Here naverokê

Mahsum Korkmaz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mahsum Korkmaz
Mahsum Korkmaz (Egîd)
Navê rastî
Mahsum Korkmaz
Jidayikbûn1956
Mirin28ê adara 1986an
Şirnex, Çiyayê gabar
Sedema mirinêBirîndariya bi çekan
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
PîşeFermandarê (HRK) PKKê
Salên çalak1976–1986
biguhêreBelge

Mahsum Korkmaz yan jî bi navê xwe yê leşkerî Egîd (jdb. 1956 li Farqînê − m. 28'ê adarê 1986 li çiyayê Gabarê, Şirnex), endamê Komîteya Navendî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û fermandarê yekemîn ê Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) bû.[1] Korkmaz di sala 1979an de diçe Libnanê û li gel Kemal Pîr berpirsê çalakî û operasyonên li seranserê Bakurê Kurdistanê bû. Korkmaz fermandarê Çalakiyên 15ê Tebaxa Sala 1984an de ku li dijî leşkerên tirk ku li Bakurê Kurdistanê pêk hatiye.[2] Ev çalakiya ku bi fermandariya Egîd pêk hatiye yekem destpêka serhildana çekdarî ya PKKê ye ku li Bakurê Kurdistanê pêk hatiye.

Akademiya Mahsûm Korkmaz ku di salên 1980î û destpêka salên 1990an de navenda perwerdehiya PKKê ya sereke bû ku li Geliyê Beqaya Libnanê bû, bi navê wî hatibû binavkirin.[3] Mahsûm Korkmaz îro di çarçoveya gelek rojên bîranînê de ji aliyê Tevgera Kurd ve tê bibîranîn. Li navçeya Licê di 30yem salvegera Çalakiya 15ê Tebaxê de, di 15ê tebaxa sala 2014an de peykerê Korkmaz li goristanê hatiye danîn.[4] Piştre peykera wî ji aliyê rayedarên dewleta tirk ve hatiye rakirin.

Korkmaz di sala 1986ê de Fermandarê Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) Mahsum Korkmaz (Egîd) li çiyayê Gabarê şehîd ket.

Mahsum Korkmaz (Egîd)

Mahsûm Korkmaz di sala 1956an de li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bûye. Piştî ku li Farqînê xwendina xwe ya seretayî li dibistana Kazim Karabekir diqedîne di sala 1970an de bi malbata xwe re koçî bajarê Êlihê dibe. Piştî ku di 13ê gulana sala 1977an de li Lîseya Batmanê bi mamosteyê xwe yê dîrokê re dikeve nîqaşê, bi destên xwe ala Kurdistanê ya îro xêz dike û li stûna dibistanê didaliqîne. Mahsûm Korkmaz û bi 2 xwendekarên Lîseya Êlihê li cihê ala Tirkiyeyê ya ku daxistibûn û Alaya Kurdistanê dadiliqîne di nûçeyên rojnameyên dewleta tirk de cih digire.[5][6]

Mahsum Korkmaz di salên 1970î de tevlî koma Abdullah Öcalan a beriya damezrandina PKKê dibe. Di îlona sala 1979an de bi koma yekem a ji 15 kesan pêk tê ji bo ku perwerdehiya leşkeriyê bibîne diçe Libnanê û di sala 1980am de li Libnanê perwerdeya leşkerî dibîne. Piştî perwerdeya li Libnanê koma endamên Partiya Karkeren Kurdistanê (PKK) ku di navbera meha gulan û hezîrana sala 1980an de li herêma Libnan-Filistînê perwerde dibînin bi sê koman vedigerin Bakurê Kurdistanê. Koma di bin fermandariya Kemal Pîr û Mahsum Korkmaz de derbasî xeta Sêrt-Botanê dibin. Mahsum Korkmaz û Kemal Pîr di êvara 12ê tebaxa sala 1980an de dema ku bi wesayîteke li bejahiya navçeya Hezoyê digerin dikevin kemîna leşkerên tirk. Di vê kemînê de piştî şerekî kurt Mahsum Korkmaz bi awayekê birîndar xilas dibe lê Kemal Pîr li cihê bûyerê dîl dikeve.[7][8][9]

Ew di heman demê de fermandarê Hêza Rizgariya Kurdistan HRKê bû û fermandarê manewî yê Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan ARGKyê û Hêzên Parastina Gel HPGyê ye.

Di sala 1986an de akademiya PKKyê wekî "Akademiya Mahsum Korkmaz" hat binavkirin.

Çalakiya 15ê tebaxê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beriya 15ê tebaxa sala 1984an de çalakiyên PKKê ya çekdarî li Bakurê Kurdistanê destpêbike, Mahsum Korkmaz wekê endamê Komîteya Navendî ya PKKê hatiye hilbijartin û di plansazkirin û pêkanîna çalakiya PKKê ya li ser navçeya Diha Sêrt ku di wî demê de bajarok bû de cih digire. Koma bi pêşengiya Mahsum Korkmaz di 15ê tebaxa sala 1984an de li navçeya Dih a Sêrtê li dijî leşkerên tirk operasyonekê lidardixe û di encamê de du leşkerên tirk hatine kuştin û bi vê çalakiyê şerê çekdarî yên PKKê li dijî artêşa dewleta tirk hatiye despêkirin.[10][11][12]

  1. ^ Gunter, Michael M. (15 gulan 1997). The Kurds and the Future of Turkey (bi îngilîzî). Palgrave Macmillan. ISBN 978-0-312-17265-7.
  2. ^ DeRouen, Karl R.; Heo, Uk (10 gulan 2007). Civil Wars of the World: Major Conflicts Since World War II [2 Volumes] (bi îngilîzî). Bloomsbury Academic. ISBN 978-1-85109-919-1.
  3. ^ "Statue of PKK Founder, People Attacked in Lice". bianet.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 tîrmeh 2024.
  4. ^ "Egîd, Reuters".
  5. ^ "PKK'nin Kürdistan Bayrağını reddi yüklendiği misyonun gerekliliği mi?". Darka Mazi (bi îngilîziya amerîkî). 19 kanûna pêşîn 2022. Roja gihiştinê 18 tîrmeh 2024.
  6. ^ "Mazlum Doğan'ın Mahsum Korkmaz'la tanışma hikayesi…". ANF News (bi tirkî). Roja gihiştinê 18 tîrmeh 2024.
  7. ^ "Adı gibi yaşayan Egîd'in öyküsü". ANF News (bi tirkî). Roja gihiştinê 18 tîrmeh 2024.
  8. ^ "Mahsum Korkmaz (Agit) olayının gerçeği". Darka Mazi (bi îngilîziya amerîkî). 28 adar 2022. Roja gihiştinê 18 tîrmeh 2024.
  9. ^ "Fermandar egid : Mahsun Korkmaz'ın günlükleri ve biyografisi". katalog.istanbul.edu.tr. Roja gihiştinê 18 tîrmeh 2024.
  10. ^ Gunter, Michael M. (15 gulan 1997). The Kurds and the Future of Turkey (bi îngilîzî). Palgrave Macmillan. ISBN 978-0-312-17265-7.
  11. ^ "Lice'de Korkmaz Heykeline ve Halka Saldırı - bianet". web.archive.org. 15 îlon 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 15 îlon 2022. Roja gihiştinê 18 tîrmeh 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  12. ^ "Öcalan Davası - İddianame - BELGEnet". archive.ph. 9 sibat 2005. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 kanûna pêşîn 2016. Roja gihiştinê 18 tîrmeh 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)